rings, clothing, shopping, bracelets


Lo şivano

Şev şeva çolê pûş û dar e
Dor paş alîyê mişk û mar e
Hîv derketîyê eyazî sar e
Gur nêzik bûyê zûzikê nar e

Pez rabû şevînê toz û dûmane
Qarabeş diewtê qehreman e
Rovî digerê pir ê pêvan e
Gurî nêzik bûyê li neqewê wan e

Kulav lê dirî, kirasî qelêr e
Xuyê sar bîyê, kî dibê şêr e
Mewzêra xwe bîr kir, gomê li jêr e
Gurî nêzik bîyê şivan nawêr e

(disgotin)
Lo şivano yar şivano
Lo şivano dê qurbano
Gerîk pez re bû xudano
Gerîyê pêz re bû xudano

Gotin û Mûzîk: Hamo Celikan

Spas jî bo serastkirinê gotinên stranê: Adem Özgür

Hevkarî ji bo Qlibê:

Lîstika şivên: Yusuf Balıkçı
Kamera: Adem Özgür û Hamo Celikan
Spas ji bo destek a qlibê: Nevzat Hayal

Pevxistina qlibê: Hamo Celikan
Alîkarî ji bo ramanên qlibê: Nebaz

Berkêşanê stran û mûzîk: Hamo Celikan (hevkarî: Umut Atçı û Burak Taş
Deng: Hamo, koro ya serkirin: Umut
Bass, hîspanî, rojava û elektronik gitar – bilûr, violin saxofon û klarinet – pîyano: Hamo Celikan
Alîkarî ji bo fikr û ramanên mûzîkê: Cahit Ece & Zagros Çetinkaya

Tevlihevbûn û pile: Hamo Celikan

Spas: Finê Atci, Burak Tas, Yilmaz Bakir û Nevzat Hayal

Watch the video

rings, clothing, shopping, bracelets